Kûwasar (Quasar) Çiye Gelo?

16298661_1170054499781070_6314690878158839811_n

Em ji galaksîyên li heremên herî dûr li gerdûnê û bi vejenekî dûrî aqil dibiriqîne re dibêjin Kuwasar. Galaksîyên Kûwasar di demên pêşî û tevlîhevî ya çêbûna gerdûnê de çêbûne. Di van galaksîyana de taybetmendîyek cûda heye. Ev taybetmendî ji ewe kû bi awayekî ecêb dibiriqînin.

Gelo çima ewqasî bi hêz diçirûsin? Li gor texmînên zanista bersiva wê eve: Di navenda van galaksîyana de qulên tarî yên, ecêb mezin hene. Hêza kutlekişana van qulikan bi awayekî ecêb gelek madeya dikişîne û ew made germ dibin û şewq didin û dibiriqînin.

Ji ber vê yekê Kûwasar ji galaksîbûnê ket û hate fikirîn kû Kuwasar heremên asêkirî û taybet di galaksîyên ji hêla gasê zengîn deye. Belê dîsa jî hinek lêkolîn bi xêra teleskobên înfrarêd li ser 10 Kuwasarên 10 milyar saltîrêj dûrî dinyê hate kirin û derket holê kû xwedî malên Kuwasaran, galaksîyên biçûkin.

Kûwasar çavkanîya radyoye û gelekî dûre û gelek komstêrk tê de cîh digire. Ev Kuwasarana gelekî xurt dibiriqînin û enerjîkin. Cara pêşî bi pîvana gûherîna ber bi sorikî hatine kişfkirin. Qama van pêlên elektromagnetîk di navbera spektrûmên pêlên radyoyê û şewqên xuyayîne. Ev pêl veke galaksîyan ji çavakanîyên şewqê weke stêrkekê an noqteyekê ji me xûyane.

16195870_1170158256437361_2298935943339465841_n.jpg

Kûwasar – Heremên gelekî taybet, zêdeyî aqil biriqandî, tije qûlikên reş û gelekî gelekî dûrî me ne.

Heta 1980an tû tiştekî pejîrandî di derheqê Kûwasaran de tûnêbû. Belê anha hatiye qebûlkirin kû Kuwasar heremên di navenda galaksîyên gelekî mezinde eciqîne ne. Bi ser hala de ev hereme ji hela gelek qûlikên reşî ve hat,îye pêçan. Meznahîya wan kêm û zêde 10 an 10000 nîvçapa Schwarzschild e.

 

facebook.com/astroKurd

Reklamlar

Nebûlaya Biloqî

15590390_1126968647422989_6599602167740134197_n.jpgNebûlaya Biloqî (Xwendina Şevê)

Ev nebûla bi navê NGC 7635 jî tê naskirin. 8000 Saltîrêj dûrî erda me ye. Nebûlaya Biloqî an jî peqilkî ji ber stêrkek 1000 caran ji tava me biriqandîtir û 45 cara jî girantir maye û nebûlayek ecêb mezine. Nebûlaya Biloqî ji ber şiklê xwe ev nav lê hatîye kirin .

Astronotên di tîma Teleskoba Fezayî a Hubblê, wêneyên Nebûlaya Biloqî kû di nav Komstêrka Keybanû de cîh digire di 22 nîsanê 2016 de girtin.

Nebûlaya Biloqî di sala 1787 de ji hêla astronomê hêja William Herschel hate kişf kirin û piştre ji hêla gelek kesanve hate şopandin.

Nebûla, bi şewqên tîr ê ûltravîyole derdora stêrkê pêçaye û çapa wê nêzî 10 saltîrêj mezin bûye. Lêkolîn û çavdêrî derxist holê kû hîn jî di seetekê de 100.000km mezin dibe. Ev mezinbûn ji ber pest a dahfîna stêrkêye. Bi rastî ez li ber vê zanyarîyê matmayî ma me.

Bi Video Nabûlaya Biloqî

Çavkanîya Wêneyê

Kadiz a Vandalîst !

15873236_1140930679360119_3342604317086851217_nGalaksîya me Kadiz çavsorîya dike û Galaksîya Kevan Spîral a cûce duxwe. Ji xwe em zanin ku di demek dûr de wê galaksîya Andormeda û Kadiz li binguhê hev bikeve. Belê ji xwe anha Kadiz galaksîyek cûce bi navê Kevan û Sprîral hêdî hêdî dixwe. (Sagittarius)

Ev galaksîya reben û biçûk ev çend milyar sale ji hêla Kadizê hêdî hêdî tê xwarin. Navê wê cûceye bele têra xwe mezine û çapa wê bi qasî 10 hezar saltîrêje. Ev galaksî 65hezar saltîrêj dûrî me ye bele ji ber nuxumandina ewrikên molekûlî û jiber ku li hêla çepa kadizê dimîne ji me ve nexûyanîye.

Dema em dibêjin ji hêla Kadizê te xwarin divê şaş neye fêmkirin û weke xwarinek ji nişkê de neye fikirîn. Rêgaha vê galaksîyê gelekî nêzî Kadizê ye. Dema kû di rêgeha xwe de diğere di bîn bandora kütle kişana ecêp û felaket a Kadizê dimîne û her car gelek perçeyên xwe wenda dike û dikeve nava kadizê.

Ewqasî ecêbe kû rêgeha vê galaksîyê di bin toz duman û perçe û toza stêrkande maye. Perçeyên ji xwe danîne hîn li şûna wê xûya dike. Dema kû lêkolînek baş lê bê kirin wê bi xwe eşkere bibe kû çend milyon an milyar sale ev galaksî di vê halêxerab û bandora kişana kûtlê deye.

Ev galaksi jiber kû hertiştê xwe hêdî hêdî wenda dike wê di çend milyar salên pêşîde bi temamî têkeve nav Kadizê û wenda bibe. Piştî kû yekitî temam bibe ev galaksîya reben wê din av pîyên spiral ê Kadizê de cîh bigire û wê bi kadizêre li rêgeha nû bizîvire.
Gelek kesên zanyar jî dibêjin tava me ne a Kadizê bi xwe ye, ji galaksîyek din hatiye û tevlî Kadizê bûye. Divê ez ji we re bejim kû xwarina galaksîyan di xwezaya fezayê de ne tiştekî ecêbe û normale.

Wêne: Rêgeha Galaksîya Kevan Spîral a cûce (Sagittarius)

Galaksî Ji Hev Dûr Nakevin ?

654242main_p1220b3k.jpg

5 Milyar Sal din dê Kadiz û Andromeda li hev bikevin

Em hemû di vê bawerîyêde ne ku galaksîyên li gerdûnê ji hev dûr dikevin û gerdûn her dere firehtir dibe. Heger em serî li gelek çavkanîyan bidin jî, emê bibinin ku ev agahî heye û dibêje galaksî ji hev dûr dikevin. Tiştekî rast hebe, ev jî ev e ku galaksî di bin şertekî ji hev dûr nakevin.

Nizanim wun Edwin Hubble nas dikin? Heger wun nas bikin yekser wunê bibinin ku fikra firehbûna gerdûnê avêtîye holê û bi pêş xistîye. Çavdêrî li gerdûnê kirîye û dîtîye ku şewqên galaksîyên durtir her diçe soriktir dibe. Hubble dibêje, ev reng gûherîn ji ber dûrketinêye. Tiştekî dûr bikeve renge wê ber bi sorbûne û ê nêzîk bibe jî ber bi binevşîbûnê diguhere. Hubble piştre got heger ev galaksî her dem dûrî hev bikevin, divê di dema borîde ji noqteyekê derketibin. Ev agahî bû bingeha teorîya Teqîna Mezin. Dema merov bifikire ji xwe ev zanyarî divê rast be. Ev tiştên dûr hev bikevîn divê di demek bere de li cîhekî bin kû karibin dûrî hev bikevin.

Başe, gelo çawa em dibêjin galaksi dûrî hev nakevin? Çima di hemû çavkanîyan de dibêji galaksî dûrî hev dikevin?
Bi rastî di gelek çavkanî, belgefîlm û bi taybet li ser internete gelek agahîyên nerast hene. Piranî zanyarîya bi qûrtasî didin û ew zanyarî dibin agahîyên nerast. Heger galaksî dûrî hev dikevin gelo çima di demek pêşde galaksîya Andormeda ku 2.2 milyon saltîrêj dûrî me ye wê bê li bin guhê Kadiza me bikeve.

534b89ab26532b0d55538ec718a37fb8

Komikên galaksîyan

Şaşîyek divê mijarê de heye. Bi rastî gelek kês vê agahîyê nizanin û xûya dike gelek kesê zanin jî şaş dizanin. Galaksî ji hev dûr nakevên, tiştê kû jihev dûr dikeve Komikên Galaksîyane. Ev komik ji biçûk û mezin, kêm zêde 15-20 galaksîyan pêktên û ev komikên biçûk bi xêra hêza kişana kûtleyan bi hevre tên girêden û hevdû dikşînin. Ji xwe Kadiza meye reben jî bi koma xweye xwecîhîve girêdayîyê û ji ber hêza kûtlekişana Andromeda vê tê kişan û çend milyar saldin Kadîz û andromeda wê li hev bikevin.

 

31.Salvegera Çûyina Carl Sagan

Pale_Blue_Dot.png

Wêne: Voyager 1 ji 6.4 milyar km dûrî dinyê li paş xwe nerî û ev wêne girt.

Di 31.salvegera çûyîna Carl Sagan, em bi hûrmetî ew bi bîr tînin û ev gotinên wî ye dîrokî têne bîra min.

“Di kûrahîya Fezayê de me bi serkeftî ev wêne girt. Heger w3un bala xwe bavêjin ser vî wêneyî wunê tenê noqteyekê bibînin. Disa li wê noqteyê binerin. Ew noqte ev der bi xwe ye. Mala me ye. Ew noqte emin. Herkesen em ji wan hesdikin, hemû kesên em nas dikin, her kesên me navê wan bihîstîye, hemû insanê kû hatine û çû ne jiyana xwe li ser wê noqtê derbas kiriye. Di dîroka cinsê me de hemû bextewarî û kedên me, hezar bawerîyên jixwe bawer, îdeolojîyên me û rastîyên me ye aborî; her neçîrvan û dagirker, her pehlewan û her tirosnek, mîmarên medenîtî û xerabkirên me, her paşe û her gundî, her cotên dil ketî hev, her dê û her bav, her zarokên bi hêvî, her mûcit û her kaşif, her mamosteyên kû ferzîyên ehlaqê fêr dide, her politîkvanên bênamûs, her kesên bi nav û deng û her serokên bi nav û deng, her ezîz û her gûnehkar ah li wê derê jiya ye. Di ew pirtika tozê ku bi ser şewqa tavê de eliqî ma ye … “

 

Şebî Yelda – Şevî Yelda-Şeva Çile û Pasajek Li Ser Dîroka Kurda

15727059_1134313630021824_31151106277361686_n.jpg

“Li malek Kurd Şeva Yelda”

(Bixwînin, bi xwendin bidin)
(4 deqa wun karin bixwînin)

Şeva Çile(Çele) zêdetirî 2000 sale di nav Kurd û Farisa bi taybet Kurda di şeva 21’ê Kanûn(Befrenbar)ê de tê pîroz kirin. Şeva çile, şeva herî dirêje li ser rûyê erde di nivgulora bakur de.

21ê Befrenbarê de :
Li nîvgulora bakûr solstîsta çile, li a başûr solstîsta havine.
Li Nivgulora Bakûr şeva, li a başûr roja herî dirêje.
Tîrêjên rojê li Birca Karika rast dikeve û Birca Kevjalê.
 Heremên birca heremên herî germin li ser rûyê erde.
Ev çend agahî jî bi tena sere xwe min dixe ecêbî û matmayîbûme kû Kurda roja 21’ê Befrenbarê hilbijartibe an dîtine kû rojek taybete.

21ê Befrenbarê tarîxeke pîroz û taybete. Çile destpê dike û şev hêdî hêdî kin dibin. Ev tê ser wê wateyê ku Kurd çavdêrî li asîman kirine. Kurda heta 7000 sal bere li şûnde jî tavê şopandine û karen astronomiyê bi serbilindî kirine û heta bingehên gelek agahîyên demsala me jî Kurda bi xwe avêtîye. Ez bala we bibime ser, bi taybet Kurd ne faris, agahîyek din jî heye kû 21ê Befrenbarê rojbûna qralê Kurd Mihrdad e.

Derewek mezin heye ku dibêjin Kurd Zerdeştîne, Kurd qet ne Zerdeştîne. Kurd Mitralîne. Dînê Zerdeştî serçava bele dînê Farisayê û Zilma ku Zerdeştîya li Mithralî(Kurda)ya kirine daiş anha dike. Navê xwedayê tavê Mîtra(Mîthra)ye, û Şeva Çile li ser kêfanîna bidawîbûna şevên dirêje. Şev kin roj dirêj dibin û Mîtra dê bihêztir dibe. Di vê şeve de malbat rûdinên û çîrok tên gotin sohbet tên kirin û ez iddîa dikim kû Noela alema Kristîyana jî di bin tesîra Şeva çile maye. Ji xwe kesên bê bawer jî dibêjin kû Noel derewe û hemû îteata li ser xwedayê Tavêye. Heta bi ingilîzi Sunday(Rojatavê)jî ji ber xwedayê tavê(Mîtra) derketîye û hemû hatine xapandin. Lê mixabin ji ber Kurd ne xwedî dewletin an em karin bejin bi xemgîni bê xwedîbûnê nikarin tiştekî îspat bikin û hemû gotinên me vala ne.

Bala xwe bidênê Kurdîno, ew tava li ser ALA RENGÎN ne ji acizî li wir cîh digire. Ji tarîxek bê hesap, ji bawerîyêk ne seqet jî Kiltûrek pir dewlemend tê. Wûn çi wext bixwazin li dîroka kurda bipirsin herdem wunê pêrgî serbola tavê bibin. Bê dewlet jîyan nabe…. Dem baş

Gerdûn(Kaînat) Çiqas Mezine?

 

Dazzling diamonds of Trumpler 14

Di xeta Trumpler çend Stêrkên weke yaqûtan dibiriqînin…

 

Erê, gerdûn(ewren-kaînat-universe) çiqasî mezine? Bi rastî gelek mezine, ji xeyalan mezintire.Yanî dema ez wa dibêjim ez henekan bi we nakim haa! Bi kurdî û her zimanî gotinek hebî û karibê meznahîya gerdûne îfade bide tuneye. Heger hebî ewjî di cî de gotîna “Tirtire” ye. Belê, berajî gerdûn mezinek tirtireye. Hay ji xwe hebin gerdûn û galaksi ne yeke ha! Hemû galaksî di hûndirê gerdûnede bi cîhbûne.

Em berî hertiştî ji Dinya xwe destpê bikin. Deme em ji dinyayê derkevîn pêşi Sistema Tavê tê ber çava. Tava me mezine û hemû gerstêrkên derdora wê bi temamî bi wê girêdayîne. Başe heta anha hertişt di cîhdeyi. De ka ez we dîno-mîno bikim. Tenê di Galaxyîya me, yani Kadiza me de derdora 200 yan jî 400 milyar stêrk heye. Nebên weeeeeeh! Ev birasti bi vî rengîye. We dît çiqas pire.

Ma hew ev e? Ji xwe ev tenê ne bersiva meznahîya Gerdûnê ye. Biseknin ez bêm serî. 400 milyar stêrk û bi tirilyona gerstêrk di galaksîkê de bi tenê hene. De biseknin a ecêbtir ewe kû derdora 200 hetta 250 milyar Galaksi bi xwe heye….

-Dengê we tê min kû hûn dibêjin: hahoooooo ma çawa çêbu?
Bi rastî bersiv ev e. Ew ne heneke wun dikarin ji Nasa bi xwe jî bipirsin. De îca em bidin hev: 250 milyar galaksi û di her galaksîde 200 heta 400 milyar stêrk û li derdora her stêrkê de bi dehan gerstêrk. Bû 100 nizanim çend hezar trilyon gerstêrk(planet-erd) wey wey wey, ev gerdûn çiqas mezine we dît?
Îca ev ne bes, bi ser hala di, Gerdûn bê dawî mezintir-firehtir dibe. Em çawa zanin Gerdûn fireh dibe? Bersiva wê jî eve ku stêrk her diçe ji hev dûr dikevin. Bi her awayî hatiye ispatkirin jî. Dema kû Ster ji hev dûr dikevin, rengê wan tê gûhertin. Ji be gûherîna rengên stêrkan em fêm dikin ku ji hev dûr dikevin. Dema stÊrk nêz dibe rengÊ wê sorike û her dûr bikeve reng ber bi binevşî de tê gûhertin.

Başe, Gelo çima em nikarin di demek zûde biçin van gerstêrkan? Çi birsgirêk li pêşya me heyi?
– Pirsgirêka herî mezin dem-zeman…
– Pirsgirêka duyem jî leza tîrêjê…

Bi dûdirêjayî ezê li ser van mijara bisekinîm. Xwe ne tirsînin hûnê fêri hertiştî bibin. Di nivîsa dîn de ezê bahsa leztîrêjê bikim. Leztîrej yani tîrêj çiqas bi lezê. Ji xwe ezê bi giranî li ser zemanê jî bisekinim.

(Wêne: Ji Hubble Space Tesescope: Dazzling diamonds of Trumpler-Ji Xeta Tarampler’ê Yaqûtên Efsûnî)

Ji bo Çavkanîya wêneyê   li ser cîhê şîn bitikînin